Le Trio Joubran

Le Trio Joubran (2008)

Le Trio Joubran (bi erebî: الثلاثي جبران‎, lat. al-Thalatha Jubran, ango bi kurdî: Trîoya Cubran) komeke muzîkê ya gelêrî ya filistînî ye ku ûdê bi awayê trîo (sêmend) bikartînin. Ev sêmend ji brayên Samir, Wissam û Adnan Joubran pêk tê. Birayên Joubran bi binyad ve xelkê Nazarethê ne û niha wextê xwe di navbera bajarên Nazareth, Ramallah û Parîs de diborînin.

Brayên Joubran ji malbateke navdar ku xwedî mîraseke hunera zengîn û dewlemend hatîne. Dayika wan, Ibtisam Hanna Joubran, Muwashahat (helbestên ku bi binyad ve ji Endulusê ne) digotin, bilêv dikir, her wisa bavê wan jî di nav çêkerên enstrûmentên bitêl ên herî navdar de bû li Îsrael û li dinyaya ereban.


Developed by StudentB